Hamas: Veşartina termên girtiyên siyonîst tu xêrek ji me re tine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356841-hamas_veşartina_termên_girtiyên_siyonîst_tu_xêrek_ji_me_re_tine
Endamê polîtboroya Tevgera Hamasê ragihand ku veşartina termên girtiyên siyonîst an paşdexistina radestkirina wan tu xêrek jibo bereya berxwedanê tine.
(last modified 2025-10-29T12:25:58+00:00 )
Çirî 29, 2025 15:56 Asia/Tehran
  • Hamas: Veşartina termên girtiyên siyonîst tu xêrek ji me re tine

Endamê polîtboroya Tevgera Hamasê ragihand ku veşartina termên girtiyên siyonîst an paşdexistina radestkirina wan tu xêrek jibo bereya berxwedanê tine.

Suheyl Hindî endamê polîtboroya Hamasê, ragihand: Hamas, bereya berxwedanê û kom tam  pabendî vê peymanê ne. Me heta niha 16 termên girtiyên siyonîst radest kirine. Me di  dema  derxistina van terman de gelek zehmetî dîtine û em  hîna jî ji bo vderxistina termên din daxwaza alavên giran dikin.

Hindî destnîşan kir: Divê dijmin fêm bike ku em pabendî peymanê ne û dijmin divê  dev ji tawanbarkirina me jibo binpêkirina peymanê berde. Me ji dijmin xwest qebûl bike  tîmên lêgeriyê derbasî navçeyên sor bibin bona  ku termên siyonîstan peyda bikin lê dijmin  dijî wê derket.