Hemas: Rejîma dagirker peymana agirbesa Xezzeyê binpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356642-hemas_rejîma_dagirker_peymana_agirbesa_xezzeyê_binpê_kir
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) derbarê binpêkirina peymana agirbesê li Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve agahî da.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 15, 2025 15:00 Asia/Tehran

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) derbarê binpêkirina peymana agirbesê li Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve agahî da.

Hazim Qasim got:Rejîma dagirker bi kuştina sivîlan li deverên Şucaiye û Refehê peymana agirbesê li Xezzeyê eşkere binpê kir. Em bang li navbeynkaran dikin ku vê rejîmê neçar bikin ku pabendî sozên vê di vê peymanê de be. Leşkerên siyonîst roja Çarşemê, bi topan êrişî Kolana Nezaz li taxa Şucaiye li rojhilatê bajarê Xezzeyê kirin. Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, hêzên dagirker ber bi filistîniyan li navçeyên rojhilatê Xezzeyê gulle avêtin. Navenda Mafên Mirovan a Xezzeyê jî ragihand ku heta niha Rejîma Siyonîst 36 caran agirbes binpê kiriye.