Hamas: Nabe tu aliyekî nefilistînî Xezzeyê bi rê ve bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356484-hamas_nabe_tu_aliyekî_nefilistînî_xezzeyê_bi_rê_ve_bibe
Endamê payebilind ê Hamasê amadebûna vê tevgerê ji bo tevlîbûna nav muzakireyên derbarê pevguhertina girtiyan ragihand û tekez kir: Nabe tu aliyekî nefilistînî bibe berpirsiyarê birêvebirina Xezzeyê.
(last modified 2025-10-04T12:57:21+00:00 )
Çirî 04, 2025 14:06 Asia/Tehran
  • Hamas: Nabe tu aliyekî nefilistînî Xezzeyê bi rê ve bibe

Endamê payebilind ê Hamasê amadebûna vê tevgerê ji bo tevlîbûna nav muzakireyên derbarê pevguhertina girtiyan ragihand û tekez kir: Nabe tu aliyekî nefilistînî bibe berpirsiyarê birêvebirina Xezzeyê.

Usame Hamdan endamê payebilind ê Hamasê, piştî bersivdana vê tevgerê derheq pêşniyara Waşingtonê, tekez kir ku Hamas dijî hebûn an birêvebirina Xezzeyê bi destê alîyê bîyanî ye û daxwaza avakirina saziyek neteweyî ya serbixwe jibo birêveberiya vê navçeyê dike. Hevdem tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku bersiva Hamasê bo plana Trump nîşana helwesta xurt û bihêz a komên berxwedêr ên Filistînê ye.