UNRWAyê derbara girantirbûna rewşa Xezzeyê de hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356195-unrwayê_derbara_girantirbûna_rewşa_xezzeyê_de_hişyarî_da
UNRWAyê ragihand ku bi hezaran filistînîyên Xezzeyê û Kempa Cibalîyayê aware bûne, di sitargeh û çadirên demkî yên gelelkî qerebalix u rewşeke dijwar da dijîn, ne ava saxlem heye, ne ewlehî û ne jî sîstema şêlavê.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 16, 2025 11:48 Asia/Tehran

UNRWAyê ragihand ku bi hezaran filistînîyên Xezzeyê û Kempa Cibalîyayê aware bûne, di sitargeh û çadirên demkî yên gelelkî qerebalix u rewşeke dijwar da dijîn, ne ava saxlem heye, ne ewlehî û ne jî sîstema şêlavê.

UNRWAyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst operasyona xwe ya ku bi awayekî sîtematîk malên xelkê û dibistanên ser bi NY kavil dike, didomîne.

Niştecîyên Zîvala Xezzeyê pêrgî asteke bêmînak a xela û birsîbûnê tên  û rêxistinên navdewletî derbara belavbûna xelayê û zêdebûna hejmara gorîyên xelayê nemaze zarok, nexweş û kesên nivîşkan da hişyarî dane. 

UNRWAyê herwiha ragihandîye ku sivîl li Xezzeyê tûşî rewşeke qeyranî bûne û ti cîyekî ewleh ji bo sitirînê tineye.

Wezareta Tenduristîyê û rêvebirên nexweşxaneyên Xezzeyê hişyarî dane ku hela jî niştecîyên Xezzeyê ji birsîya u ji ber bedxworakîyê can didin ku pirranîya gorîyan jî zarok in û xela û kêmbûna dermîn qeyrana merivî ya l ivê herêmê girantir kirîye. 

Şaredarîya Xezzeyê jî amajeyî nêzîkbûna demsala barînê li vê herêmê kir û hişyarî da ku di encamê da yê qeyrana merivî girantir bibe û nexweşîyên pêgir belav bibin lewma xwest ku civaka cîhanî demlidest bikeve dewrê. 

Cinayetên dagirkeran li Xezzeyê di halekî da didomin ku Lêjneya Lêkolînan a NY îro bi awayekî fermî ragihand ku Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê jînosayd pêk anîye. Vê lêjneyê ji welatên cîhanê xwest ku sozên xwe ji bo giritna pêşîya Rejîma SÎyonîst pêk bînin.