Bajarê Xezzê navçeya bixeter a cengî hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i355953-bajarê_xezzê_navçeya_bixeter_a_cengî_hat_ragihandin
Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ji îro ve bajarê Xezzê ji hevhatina agirbesa demkî tê derxistin û navçeya bixeter a cengî tê ragihandin.
(last modified 2025-08-29T11:29:08+00:00 )
Tebax 29, 2025 17:39 Asia/Tehran
  • Bajarê Xezzê navçeya bixeter a cengî hat ragihandin

Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ji îro ve bajarê Xezzê ji hevhatina agirbesa demkî tê derxistin û navçeya bixeter a cengî tê ragihandin.

Ev biryar ku li kabîneya ewlehiyê ya rejîma dagirkir hatiye dayîn, pêngavek di çarçoveya destpêbûna operasiyona Erabeyên Gedûn a 2`ê li bajarê Xezzê da ye. Çavkaniyên Siyonîst ragihandin, hefteya dahatî wê ji hemû xelkê bajarê Xezzê bê xwestin ku cihê mayîna xwe biterikînin û ber bi başûrê Zîvala Xezzê ve herin.

Ji sibeha îro ve 41 filistîniyên din li Zîvala Xezzê şehîd bûne û hejmara şehîdên vê navçeyê ji 63 hezar kesî zêdetir bûye. 

Artêşa Rejîma Siyonîst jî îdia kir meytê girtiyekî Siyonîst li Xezzê dîtiye û ev meyt ji navçeya Xezzê derxistiye.