Hejmara şehîdên birçîtiyê li Zîvala Xezzeyê rabû 251 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i355782-hejmara_şehîdên_birçîtiyê_li_zîvala_xezzeyê_rabû_251_kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên xela u birçîbûn li vê zîvalê rabû 251 kesî ku 108 ji wan şehîdan zarok in û 40 hezar zarokên sawa jî ji ber kêmbûna xwarinê ya giran êşê dikşînin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tebax 16, 2025 12:12 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên xela u birçîbûn li vê zîvalê rabû 251 kesî ku 108 ji wan şehîdan zarok in û 40 hezar zarokên sawa jî ji ber kêmbûna xwarinê ya giran êşê dikşînin.

 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de 11 filistînîyan li Xezzeyê ji ber kêmbûna xwarekê  jiyan axwe ji dest dane.

Li gorî amarên nû,  di 24 sietên borî de hejmara filistîniyên ku li Xezzeyê ji ber kêmbûna xwarekê û birçîbûnê jiyana xwe ji destg dane rabûye 251 kesan, ku 108 ji wan zarok in.

Li gorî raporek din, Mursî Cemal Selman rêveberê Ewqafa bakurê Xezzeyê, di  encama êrişa hewayî ya Rejîam Siyonîst da li navçeya  Hey Durecê birîndar bû û şehîd ket.

Hejmara şehîdên zîvala Xezzeyê ji destpêka destdirêjiya rejîma dagirker ve  heta niha gihîştiye 61 hezar  û 827 kesan.