Xetera mirinê ji ber birçîbûnê li Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i355586-xetera_mirinê_ji_ber_birçîbûnê_li_xezzeyê
Sindûqa Nifûsê ya NY ragihand: Li Xezzeyê birçîbûn berfireh bûye û zêdetirî 500 hezar kes rastî xetea mirinê ji ber birçîbûnê hatine.
(last modified 2025-08-01T12:02:49+00:00 )
Tebax 01, 2025 13:46 Asia/Tehran
  • Xetera mirinê ji ber birçîbûnê li Xezzeyê

Sindûqa Nifûsê ya NY ragihand: Li Xezzeyê birçîbûn berfireh bûye û zêdetirî 500 hezar kes rastî xetea mirinê ji ber birçîbûnê hatine.

 Vê navendê ragihand: Jinên ducanî, şîrxwor û zarok li Xezzeyê ji ber birçîbûnê û  jinçûna xizmetên tenduristî û xwarinê jiyana xwe ji dest didin. Di heman demê de, eşîrên Xezzeyê ragihandin ku alîkariya ku derbasî  vê herêmê  dibe nagihîje destê xelkê wê û ji hêla dijminê siyonîst ve tê dizîn. Di heman demê de, Hamasê bikaranîna  birçîbûnê  wek çekek   kuştina hêdî hêdî ji  hêla dijminê siyonîst ve bi tundî şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku vê kiryarê wekî cinayeta şer eşkere bikin.