Sîyonîstên cinayetker 5 kesên malbatekê li Xezzeyê şehîd kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i354390-sîyonîstên_cinayetker_5_kesên_malbatekê_li_xezzeyê_şehîd_kirin
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di encama êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst ser komên awareyên filistînî da li başûra Zîvala Xezzeyê, 5 filistînî hatin şehîdkirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 25, 2025 12:52 Asia/Tehran
  • Sîyonîstên cinayetker 5 kesên malbatekê li Xezzeyê şehîd kirin

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di encama êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst ser komên awareyên filistînî da li başûra Zîvala Xezzeyê, 5 filistînî hatin şehîdkirin.

Di encama êrişa balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst ser rojavaya Xan yûnisê da, 5 endamên malbata Ebû Te`îme; dê, bav û 3 zarokên wan hatin şehîdkirin û çend kes jî hatin birîndarkirin.

Ji hêla din va, Ser- rêvebirê Dermanxaneyên Wezareta Tenduristîya Filistînê ragihand ku ji ber qeyrana kêmbûna dermîn û alavên pizişkî li Xezzeyê, ew neçar in ku ji bo rizgarkirina canê nexweşan, dermanên demborî bi kar bînin.

Ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika, 51 hezar û 355 filistînî di encama cinayetên sîyonîstan li Xezzeyê hatine şehîdkirin.