Adar 19, 2025 15:15 Asia/Tehran

Duyemîn roja pêla nû ya êrişên esmanî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst ser filistîniyan li Xezzeyê de hejmarek şehîd û birîndar bûn. Zarok armanca Rejîma Siyonîst in.

Di duyemîn roja destpêkirina hovane yên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê, firokeyên şer ên vê rejîmê navçeyên curbicur ên vê zîvalê bombebaran kirin.Di encama bombebara artêşa Îsraîlê  ser maleke li taxa El-Sebrea ya bajarê Xezzeyê 25 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.Balafirên şer ên Rejîam Siyonîst çend caran taxa El-Mewasî li rojavayê Xan Yûnisê bombebaran kirin.

Her wiha bakurê rojhilatê kampa El-Borîc, rojhilatê bajarê Refeh, başûrê rojhilatê Xezzeyê, herêmên El-Mewasî û El-Muherrat li Xan Yûnisê û hin deverên din ên Xezzeyê ji aliyê topxaneyên rêjîma Îsraîlê ve hatin topbarankirin û hejmarek ji filistîniyan ku piraniya wan zarok û jin bûn, di dema weşana zindî ya kanala televîzyonî ya El-Alamê li başûrê Xezzeyê, ji aliyê balafirên siyonîst ve hatin bombebarankirin lê nûçegihanê El-Alamê, bê tirs û ser hemdê xwe û rapora xwe domand.

Di êrişên hovane yên Îsraîlêser zîvala Xezzeyê, hejmarek ji hêzên NY jî birîndar bûn, Ev di demekê de ye nûnerê Amerîka li Konseya  Ewlehiyêî îdia kiriye ku rejîma Siyonîst tenê pêgehên Hemasê li Xezzeyê bombebaran dike.Di encama gera nû ya êrişên Rejîma Siyonîst hejmara şehîdan gihîştiye zêdetir ji 460 kesan û endamekî Hêza Berevaniya Sivîl li Xezzeyê jî di encama  êrişa ser mala wî li devera Sebre ya bajarê Xezzeyê şehîd bû.

Serepeyv