Sê şervanên filistînî li bakûra Perrava Rojava şehîd bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353471-sê_şervanên_filistînî_li_bakûra_perrava_rojava_şehîd_bûn
Medyayên nûçeyan basa şehîdbûna sê endamên Berxwedana Filistînê piştî dorpêçbûna mala wan li başûra Tûbasê li bakûra Perrava Rojava kirin.
(last modified 2025-02-20T12:12:48+00:00 )
Sibat 20, 2025 12:40 Asia/Tehran
  • Sê şervanên filistînî li bakûra Perrava Rojava şehîd bûn

Medyayên nûçeyan basa şehîdbûna sê endamên Berxwedana Filistînê piştî dorpêçbûna mala wan li başûra Tûbasê li bakûra Perrava Rojava kirin.

Li gorî rapora medyayan şeva Çarşemiyê ev sê ciwanên filistînî piştî ku cihê mayîna wan li kempa El Farieyê li başûrê Tûbasê hat dorpêçkirin, şehîd bûn û di encama wê de pevçûnên giran di navbera şervanên Berxwedana Filistînê û leşkerên artêşa Siyonîst de qewimîn.

Leşkerên Siyonîst herwiha mala ciwanekî ser navê Yûsif Taye li kempa El Farieyê dorpêç kirin ku di encamê de pevçûnên giran ên bi çek derketin û ev mala kete ber bombebarana giran.