Xelkê Xezzeyê li ber mirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352599-xelkê_xezzeyê_li_ber_mirinê
Birçîhiştin tim wekî çeka şer Li Xezzeyê tê bikaranîn û êrişên bênavber ên Îsraîl ser xelkê nahêle ku ew li dû xwarekê bigerin.
(last modified 2024-12-22T11:29:11+00:00 )
Kanûn 22, 2024 14:57 Asia/Tehran
  • Xelkê Xezzeyê li ber mirinê

Birçîhiştin tim wekî çeka şer Li Xezzeyê tê bikaranîn û êrişên bênavber ên Îsraîl ser xelkê nahêle ku ew li dû xwarekê bigerin.

Rêxistina mirovheziyê ya Akşin Aid ragihand ku kêmbûna xwarekê li zîvala Xezzeyê  ji ber berdewamiya dorpêçkirina vê deverê ji aliyê Israîlê ve, bi hezaran kesên birçî rastî xetera mirinê aniye. Vê rêxistinê di daxûyaniyekê de ragehand ku  di halekê de ku gelek malbatên filistînî li Xezzeyê xwe bi  mitbaxên giştî ve girêdidin, Rejîma Siyonîst bûye sedem çend ji van metbexan bên girtin.Vê rêxistinê  her wiha ragehand ku birçîbûn û kêmxwarinî li bakura Xezzeyê pir berfireh bûye û ev navçe sînorê birçîbûnê derbas kiriye.