Hejmara şehîdên Xezzeyê ji 45 hezar kesan derbas bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352517-hejmara_şehîdên_xezzeyê_ji_45_hezar_kesan_derbas_bû
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka destdirêjiyên Rejîam Siyonîst ser Xezzeyê heta niha herî kêm 45 hezar û 280 filistînî li vê herêmê hatine şehîdkirin.
(last modified 2024-12-16T11:21:02+00:00 )
Kanûn 16, 2024 14:45 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê ji 45 hezar kesan derbas bû

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka destdirêjiyên Rejîam Siyonîst ser Xezzeyê heta niha herî kêm 45 hezar û 280 filistînî li vê herêmê hatine şehîdkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de 7 komkujî li  Xezzeyê pêk anîn ku di encamê de  52 filistînî şehîd bûne û 203 filistînî jî birîndar bûn.

Bi hesabkirina van şehîdan, hejmara şehîdên Xezzeyê ji destpêka Operasyona  Bahoza Eqsayê heta niha gihîştiye 45 hezar û 280 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 106 hezar û 9 kesan.

Li gor raporeke din, Mehmûd Besel, berdevkê Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirina Xezzeyê, îro bikaranîna çekên nenas ji aliyê dagîrkeran ve di şerê Xezzeyê de şermezar kir û got ku divê rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan bikaranîna van cure çekan ji aliyê dagirkeran ve, ku ji bo gelê Xezzeyê metirsîdar in, berdewam bişopînin. Wî got: Rejîma Siyonîstî bi çekên curbicur awareyên filistînî bombebaran dike ku dibe sedem leşên wan bişewite û pirtî pirtî bibe.

Hevgav jî serokê nexweşxaneya Kemal Edwan li bakurê Xezzeyê roja derbasbûyî li  bakurê Xezzeyê weke roja reş ya vê nexweşxaneyê bi nav kir û got ku  Rêjîma Siyonîst êrişên xwe li ser vê navendê hema wisa didomîne.

Wî got ku kuwadkopterên Îsraîlê heta ambolansên vê nexweşxaneyê dema ku nexweşan hildigirtin jî didin ber êrişan.