Daxuyaniya Hamasê bona şermezarkirina êrişa ser têkoşerên filistînî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352489-daxuyaniya_hamasê_bona_şermezarkirina_êrişa_ser_têkoşerên_filistînî
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) êrişa ser têkoşerên filistînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê şermezar kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 14, 2024 13:50 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Hamasê bona şermezarkirina êrişa ser têkoşerên filistînî

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) êrişa ser têkoşerên filistînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê şermezar kir.

Tevgera Hemasê îro di daxuyaniyekê de dewama şopandina têkoşerên filistînî ji aliyê hêzên ewlehiyê û êrişa ser wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve şermezar kir û ragihand, Berdewamiya vê siyaseta kirêt ya ji aliyê Teşkîlata Xweîdareker ve, wek zengila xeterê jibo destpêkirina bêtifaqiyên navxweyî ye.

Hêzên  Ewlehiyê  yên Teşkîlata xweîdarekir bê armanc guleyan  ber bi  gel û malên wan davêje û hejmarek ji welatiyên filistînî ji wan zarokek bi navê Ehmed Merî birîndar kirine.

Hêzên ewlehiyê yên Teşkîlata Xweîdarekir a Filistînê bi êrişa  ser kampa Cenîn a li Rexê  Rojava ya Çemê Urdunê bi têkoşerên berxwedanê re li kmapa Cenînê ketin pevçûnê ku di encama vê pevçûnê de Yezîd Ceaîse yek  ji fermandên tabûra Cênîn şehîd bû.