Êrişa bi rokêtan a Berxwedana Filistînê ber bi Erdên Dagirkirî ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352458-Êrişa_bi_rokêtan_a_berxwedana_filistînê_ber_bi_erdên_dagirkirî_ve
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hêzên Berxwedana Filistînê îro Çarşemiyê 4 rokêt ber bi Erdên Dagirkirî ve avêtin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 11, 2024 14:32 Asia/Tehran
  • Êrişa bi rokêtan a Berxwedana Filistînê ber bi Erdên Dagirkirî ve

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hêzên Berxwedana Filistînê îro Çarşemiyê 4 rokêt ber bi Erdên Dagirkirî ve avêtin.

Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku sibeha îro 2 rokêt ji nav Zîvala Xezzê ve ber bi bajaroka Beîriyê ve avêtin. Radiyoya artêşê saetekî piştî wê jî ragihand ku ji bo cara duyem 2 rokêtên din ber bi Erdên Dagirkirî ve avêtine.

Çavkaniyên siyonîst kuştî û xisarên ji ber van êrişan ranegihandine. Têlavîv bi biçûkirina civaka navnetewî û berçavnegirtina biryarnameya Konseya ewlehiyê ya NY ji bo sekinandina demlidest a şêrr û fermanên Dîwana Navnetewî ya Dozgeriyê bona girtina berxwe ya hin tedbîran ji bo girtina pêşiya jînûsaydê û baştirkirina rewşa bikaresat a mirovî ya li Zîvala Xezzê, hîna jî cinayetên dijî xelkê vê navçeyê didomîne.