Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352211-zêdebûna_hejmara_şehîdên_xezzeyê
Di demekê de ku şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê derbasî roja xwe ya 411-emîn bûye, Wezareta Tendrsutiyê ya Xezzeyê îro amara nû ya şehîd û birîndaran ragehand.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 20, 2024 14:56 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê

Di demekê de ku şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê derbasî roja xwe ya 411-emîn bûye, Wezareta Tendrsutiyê ya Xezzeyê îro amara nû ya şehîd û birîndaran ragehand.

Wezareta Tendrsutiyê ya  Filistînê li Xezzeyê ragehand hejmara qurbaniyên cinayetên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezzeyê ji 7 Cotmeha 2023-an ve hetanî îro rabûye 43 hezar û 985 şehîdî û 14 hezar û 92 kes jî birîndar bûne.

 Vê wezaretxaneyê her wiha diyar kir dijmin siyonîst di dereqa 24 sietên derbasbûyî de 2 komkujî li dijî malbatên filistîniyan li zîvala Xezzeyê pêk aîne ku di encamê de  13 kes şehîd bûne û 84 kes jî birîndar in.

  Wezareta Tendrsutiyê ya Filistînê li Xezzeyê her wiha tekez kir ku hejmarek ji qurbaniyan di bin kelefeyan de ne û Ûrjans û Berevaniya Sivîl nikarin termên wan peyda bikin.