Cinayetên Rejîma Siyonîst li navçeyên curbicur ên Lubnanê
Cinayetên Rejîma Siyonîst li navçeyên curbicur ên Lubnanê tim berdewam dikin.
Êrişên siyonîstan ser navçeyên curbicur ên Lubnanê ji wan El-Qelilê, Sela, Serêyn û bajarên Dêr Qanûn, Res Ul-Eyn û Merceiyûn û navçeyên din ên Lubnanê berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand: Di encama êrişên Îsraîlê ser başûr û rojhilatê vî welatî 33 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûne.Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihandiye di encama êrişên siyonîstan ser bajarokê Elematê li navçeya Cebîlê jî 20 lubnanî şehîd bûne.
Di eynî demê de berxwedana Îslamî ya Lubnanê derbarê êrişên nû ser erdên dagirbûyî û têkbirina êrişa leşkerî ya Rejîma Siyonîst ser başûrê rojavayê Eyteronê agahî da.
Hizbullahê îro di operasyonên cuda de, cihê kombûna leşkerên artêşa Siyonîst li derdora bajarê Şebayê bi mûşekan kir armanc.Eva di halekê ye ku Hizbullahê derbarê pevçûna giran bi dagirkerên li başûr rojavaya bajarokê Eyterûnê û kuştin û birîndarkirina hejmarek ji leşkerên siyonîst agahî da. Berxwedana Îslamî ya Lubnanê duh 27 operasyon li dijî armanc û meqerên Rejîma Siyonîst pêk anîbû. Rejîma Siyonîst piştî çend heftiyan hewildana ji bo derbasbûna bejayî nav Lubnanê li navçên sînorî yên vî welatî digel Filistîna dagirbûyî, nekarîn bigihêjin armancên xwe. Niha jî medyayên vê rejîmê derbarê derketina hêzên vê rejîmê ji sînorên Lubnanê da.