Mijdar 10, 2024 15:54 Asia/Tehran
  • Xela li bakurê Xezzeyê

Zêrevanê Mafên Mirovan a Ewropa-Medîteranê tekez kir ku cîhan li himber qeyrana birçîbûnê ku Rejîma Siyonîst li Xezeyê pêk naiye, berpirsiyar e.

Zêrevanê Mafên Mirovan a Ewropa-Medîterane ragihand:Di siya pêgiriya Îsraîlê derheq bikaranîna mesela  birçîbûnê wek çek, ew zêdetir ji 50 rojan e ku Rejîma Siyonîst pêşiya gihandina alîkariyan bo bi sedan hezar xelkê dorpêçbûyî li bakurê Xezzeyê girtiye  yên ku rastî komkujiya herî tund hatine.Di vê daxuyaniyê de hatiye: Bi dehan hezar filistînî, ji wan bi dehan nexweş li sê nexweşxaneyên bakurê Zîvala Xezeyê  ji ber dorpêçkirina neqanûnî ya Îsraîlê   û birçîtiyê rastî xetera mirinê hatine.Wî tekez kir:Em hişyarî didin ku qeyrana birçîbûnê li zîvala Xezzeyê û xetera mirinê li  vê zîvalê pir berfireh bûye û em dixwazin li bakurê zîvala xezeyê bi fermî qeyrana birçîtî û xelayê were ragehandin.

 

Serepeyv