Mijdar 06, 2024 17:14 Asia/Tehran

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemasê, ragihand ku helwesta wê li hember hikûmeta nû ya Amerîkayê girêdayî helwêst û reftarên pratîkî yên wê li hember gelê Filistînê, mafên rewa û armacên wan ên adilane ye.

Hamasê îro di daxuyaniyekê de ragihand: Hikûmeta nû ya Amerîkayê divê bizane ku gelê Filistînê dê têkoşîna xwe lhimberî dagirkeriya bi nefret berdewam bikin û tu çareseriyek ku ji mafê rewa yê azadî, serxwebûn, kivşkirina çarenivîsaê û çêkirina welatekî serbixwe yê Filistînê bi paytexta  Qudsê kêm bike, qebûl nake. Vê daxuyaniyê di dewamê de jî ,helwesta neyînî ya hemû hikûmetên berê yên Waşîngtonê li hemberî doza Filistînê  bi bîr xist.

Hemasê her wiha bal kişan ser piştgiriya siyasî û leşkerî ya hikûmeta berê ya Amerîkayê ji cinayetkarên cengê li hovanetirîn şerê jînosaydê di dîroka nûjen de û daxwaza rawestandina  demargirjiya kor ya vî welatî  derheq  Rejîma Siyonîst û her wiha daxwaza kiryara cidî û pratîkî ji bo rawestandina şerê jînosaydê û komukjiya gelê Filistîn û Lubnanê ji aliyê rejîma Siyonîst ve kir. Donald Trump, berbijarê Komarîxwazan, îro Çarşemê  edrbarê serketina xwe li hilbijartinên 2024ê yên Amerîkayê agahî da.

Serepeyv