Efserekî Îsraîlî yê ku ji şer vegeriyabû, xwe kuşt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351993-efserekî_Îsraîlî_yê_ku_ji_şer_vegeriyabû_xwe_kuşt
Medya Rejîma Siyonîstî derbarê xwekuştina Santiyago Ovadiya efserê îsraîlî ku ji şerê Xezeyê vegeriyaye agahî dan.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 04, 2024 13:20 Asia/Tehran

Medya Rejîma Siyonîstî derbarê xwekuştina Santiyago Ovadiya efserê îsraîlî ku ji şerê Xezeyê vegeriyaye agahî dan.

Hejmara leşkerên siyonîst ên ku piştî vegeryana  ji meydana şer li Xezeyê  xwe dikujin,zêde bûye.

Zêdebûna hejmara xwekuştina leşkerên ji şerê Xezeyê vedigerin, nîşana  derbeyên giran ên derûnî di nav van kesan e ku li vê zîvalê jînosaydê bi çavê xwe dibînin. Piraniya van leşkeran piştî vegeryana ji Xezeyê ji ber pirsgirêkên derûnî  yên  di encama giraniya cinayetên dijî sivîlên filistînî, xwe dikujin. Vê raporê bala xwe daye ser nediyarbûna hejmara kesên ku ji ber xwekuştinê li erdên dagirkirî mirine û  got: Hêzên Berevaniya Îsraîlê (IDF) amarên fermî yên hejmara xwekuştina leşkerên xwe belav nake.