Generalê Îsraîlî: Em di qopiyên Lubnan û Xezeyê de asê bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351900-generalê_Îsraîlî_em_di_qopiyên_lubnan_û_xezeyê_de_asê_bûne
Çavkaniyên siyonîstan derbarê qopiyekê agahî dan ku leşkerên vê rejîmê li Xeze û Lubnanê têde asê bûne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 28, 2024 13:44 Asia/Tehran

Çavkaniyên siyonîstan derbarê qopiyekê agahî dan ku leşkerên vê rejîmê li Xeze û Lubnanê têde asê bûne.

Generalekî siyonîst derbarê rewşa aloz û nalebar a artêşa vê rejîmê agahî da û daxwaza bidawîhatina şêr kir. Di vê navberê de Amûs Gîlad got:Divê em şer bi dawî bikin û bigihin rêketinekê ji ber ku hejmara kuştiyên me zêde bûye.Vî generalê siyonîst li xwe mikur hat: Em ê di nav qopiyên Xeze û Lubnanê de asê bibin û bixendiqin.Midehek berî niha vî generalê siyonîst gotibû: Serketina tamdi şert û mercên niha de  tê wateya xendiqîna di qopiya Xezeyê de.Binyamîn Netanyahu Serokwezîrê Îsraîlê ji bo qonaxa piştî şer a li Xezeyê ti çareseriyên pratîkî raber nekiriye û rêbaza me jî kivş nekiriye.Her carê ku Netanyahu tîmek ji bo muzakireyê dişîne, xetên sor ên nû destnîşan dike lewma dê ti rêketin pêk neyê.