Cotmeh 04, 2024 11:12 Asia/Tehran
  • Êrişa Îsraîlê ser derbasgeheke sînorî yê di navbera Sûriye û Lubnanê

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî deriyê sînorî yê navbera Sûriye û Lubnanê kirin.


Çavkaniyên xwecihî li Lubnanê ragihandin ku ev êriş vê sibê Înê hatiye kirin û deriyê sînorî yê herêma El Mesn a Lubnanê hatiye armanckirin.

Elî Hemiye, wezîrê karûbarên giştî yê Lubnanê di hevpeyvînekê de ligel medyayê  wek berteka li hember vê êrişê got ku ev êrişa hewayî bûye sedema rawestandina çalakiyan li deriyê sînorî yê El-Mesneyê

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê (NA) jî amaje bi wê yekê kir ku di encama vê êrişê de rêya navdewletî ya di navbera Sûriyê û Lubnanê de hatiye girêdan.

Deriyê El-Mesne yek ji girîngtirîn deriyên sînorî yên di navbera Sûriye û Lubnanê de ye, ku dikeve herêma Boqa li rojhilatê Lubnanê.

Elî Hemiye got kuev êriş bûye sedem ku rê li ber bi sedan kesên ku dixwestin biçin Sûriyê were girtin.

 

Serepeyv