Cotmeh 03, 2024 19:34 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzê rabû 41 hezar û 788 kesî

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 41 hezar û 788 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 96 hezar û 794 kesî.

Artêşa Rejîma Siyonîst di 24 saetên derbasbûyî da 8 cinayetên nû li Zîvala Xezzê cih anîne ku di encmaa wan de meytên 99 şehîdî bo nexweşxaneyên Zîvala Xezzê hatine veguhestin û 169 kesên din jî birîndar bûne. Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hîna meytê hejmarek ji şehîdan di bin kelefeyan da mane yan jî di ser rêyan da mane û em nikarin xwe bigihînin van şehîdan.Leşkerên dagirkir di jînûsaydeka nû li Xan Yûnisê da 40 filistînî şehîd kirin ku para zêde ya wan jin û zarok bûn.