Îlon 28, 2024 09:54 Asia/Tehran
  • Avêtina 75 mûşekên Hizbullahê ber bi erdên dagirbûyî ve

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Hizbulla Lubnanê bi zêde ji 75 rêkêtan hin navçeyên erdên dagirbûyî ji wan El-Sefed,dan ber êrişan.

Çavkaniyên nûçeyan tekez kirin ku Hizbullaha Lubnanê  di êrişeke berfireh a bi mûşekan navça El-Sefed a dagirkirî û derdora wê dane ber êrişan.Artêşa Rejîam Siyoîst jî li xwe mikur hat ku mûşekên Hizbullahê giheştine herêma El-Safedê,  ji aliyê din ve  li bajarokên rojhilatê Yafayê zenglên xeterê hatin lêxistin.

Medya Rejîma Siyonîst  jî ragihand ku mûşekên Hizbullahê 100 kîlometran di kûrahiya erdên dagîrkirî de gihîştine. Medya siyonîstan ragihand ku ji şeva borî ve 75 rokêt ji axa Lubnanê ber bi herêmên dagîrkirî ve hatine avêtin.Ev êrişên mûşekî  li bersiva êrişên destdirêjkerane yên artêşa Rejîam Siyonîst  ser deverên curbicur ên Lubnanê ji wan devera Zahiyê li başûrê Beyrûtê û devera El-Boqa li rojhilatê Lubnanê hatin kirin.

 

Serepeyv