Teqîna trimbêlekê nêzî navenda polîsê Rejîma Siyonîst li bakûrê erdên dagirbûyî
Trimbêlek li nêzî navenda polîsan a Rejîam Siyonîst li bajarê Ekayê li bakurê Filistîna dagirbûyî teqiya.
Çavkaniyên Rejîam Siyonîst şeva Înê derbarê teqîna trimbêlekê li nêzîkî navenda polîsên Îsraîlê li bajarê Ekayê li bakurê Filistîna dagîrkirî agahî dan.Van çavkaniyan tekez kirin ku heta niha sedem û armancên vê teqînê nehatine diyarkirin.
Teqîna rêzeyî ya trimbêlên Israîlî li navçên dagirbûyî li halekê bûye sedema dilnigeraniya siyonîstan, ku pêncşemiya borî çavkaniyên nûçeyan ên siyonîstî ragihandin ku bi sedema teqîna maşîneke bombekirî li Remelê li navçên dagirbûyî 4 kes hatine kuştin û hat ragehandin ku di encama vê teqînê de herî kêm 11 bajaroknişînên Îsraîlî birîndar bûn.El Cezîre jî ragihand ku di encama teqîna otombîleke bombekirî de li bajarê Remlê li bakurê rojavayê Qudsa dagirbûyî 4 kes hatine kuştin.Demek berê medyayên Rejîma Siyonîstî li bara teqîna otombîlekê li bajarê Nehariya li bakurê Filistîna dagirkirî û agirekî mezin li cihê teqînê agahî dabûn û ragehandibûn ku, ev bûyer ji ber sedema teqîna bombeyekê pêk hatiye.