Îlon 10, 2024 17:55 Asia/Tehran
  • Hamas: Em hêvî dikin civîna komkara ereban bibe sedema zext dijî Îsraîlê

Tevgera Hamasê hevdem di gel lidarxistina 162 emîn civîna encumena wezîrên derve yên komara ereban li Qahîreyê hêvî kir ku ev civîn kêrhatî be û bibe sedema zext dijî Îsraîlê ku jînosayda li dijî zîvala Xezeyê rawestîne.

 Osame Hemdan yek ji serokên tevgera Hamasê ragehand: Kabîna rejîma dagirker bi komkujiyên nû rê li ber hewlên jibo agirbesê digre. 

 Hemdan got: Em hêvî dikin ev civîn bibe sedema zexta dijî dagikeran bona rawestandina şêr û vekirina dergehan.

Wî ji wezîrên derve yên welatên endamên komkara Ereban re ku civîna xwe ya dewerê li Qahîreyê lidarxistin, got: Rejîma dagîrker dorpêçkirin û sînordarkirina gelê me, bi taybet li bakurê zîvala Xezeyê berdewam dike, ku nexweşî û birçîbûn tê de berfireh bûye.

Hemdan her wiha got: Em ji wezîrên derve yên Komkara Ereban daxwaz dikin ku hewl bidin destdirêjiya ser Zîvala Xezeyê rawestînin û her karekî pêwîst ji bo parastina Qudsê û cihên  pîroz bikin. 162 emîn civîna encumena Komkara Ereban di asta wezîrên derve îro piştî nîvro piştî lidarxistina civîna rawêjkariyê li avahiya Komkara Ereban li Qahîreyê hat lidarxistin.