Îlon 06, 2024 19:36 Asia/Tehran
  • Siyonîst piştî 10 rojan ji Cinînê paşda vekişiyan

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku leşkerên Rejîma Siyonîst piştî 10 rojan jînûsayd û kawilkirinê ji bajar û kempa Cinînê li Perrava Rojava vekişiyan.

Çavkaniyên filistînî yên nûçeyan sibeha îro ragihandin ku leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst piştî 10 rojan êrişa hovane, ji bajar û kempa Cinînê derketin.Radiyoya artêşa Rejîma Siyonîst jî bi erêkirina vî nûçeyî ragihand: Operasiyona leşkerî bi dawî nehatiye û dibe ku bi vê zûtiyê artêş vegere Cinînê û navçeyên din ên Perrava rojava Çemê Urdinê.Hema di vê çarçoveyî da birêvebirê nexweşxaneya El Razî ya Cinînê jî ragihand ku di mideha 10 rojan êrişa hovane ya artêşa dagirkir ser Cinînê da, 30 filistînî şehîd bûne û 75 kesên din jî birîndar bûne.Artêşa Rejîma Siyonîst herwiha di vê midehê da binavahî û malên filistîniyan bi awayeka berbiçav kawil kirin.