Îlon 03, 2024 19:30 Asia/Tehran
  • Nûnerê Cîhada Îslamî: Amerîka şirîkê cinayetên dagirkiran dijî xelkê Filistînê ye

Nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî got: Rejîma dagirkir a Siyonîst bi piştgîriya zav û bêmînak a welatên rojavayî û Ameîrkayê êrişên xwe yên ser Xezzê didomîne û armanca wê ji vî karî, jinavbirina xelkê Filistînê ye.

Nasir Ebû Şerîf, li hevpeyvîna bi kanala El Alemê re amajeyî beşdariya tam a Amerîkayê di cinayetên dagirkiran dijî xelkê Filistînê da kir û pêgîrî kir Ameîrka bi zêde ji 50 hezar Ton madeyên pêşketî yên teqandinê û alîkariya pereyî ya bi qasî zêde ji 20 mêlyon dolaran bo siyonîstan, piştgîrî daye cinayetên wan ên li Xezzê.

Ebû Şerîf destnîşan kir wîjdana mirovî di dema êrişên berdewam ên ser Xezzê miriye, ji ber ku ti hereketeka raastîn ji aliyê rêxistin û hikûmetan ve bona girtina pêşiya vê destdirêjiyê cih nayê û hemû axiftinên ku di cihên curbicur li ser Xezzê tên gotin, ji bo bêdengkirina wîjdana xelkê cîhanê ye û em di rastiyê da ji bilî mirovên azadeyên ku li gişt cîhanê di kolanan da xwenîşandan li dar xistine û ala rakirine, şahidê vê pêvajoyê ne ku ya ku li Xezzê diqewime, tê jibîrkirin.

Ebû Şerîf got: Siyonîst ku armanca wan a sereke jinavbirina filistîniyan, kêmkirina cih û warên ji bo filistîniyan heta asta herî kêm û dijwarkiirna jiyanê û derxistina wan ji warên wane, rastî xelkekî ve hatine ku sozdarî warê xwe ne û berxwedaneka efsanewî ji xwe nîşan dane ku dinya qet çavlirêya wê nebû.

Serepeyv