Tebax 31, 2024 19:14 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiyê ya Zîvala Xezzê ragihand ku 40 hezar û 691 welatiyên filistînî di 330 roja cinayeta artêşa Rejîma Siyonîst di vê navçeyê da hatine şehîdkirin.

Di daxuyaniya wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ku di roja 330`an a şêrr da hatiye weşandin da hatiye: Artêşa Rejîma Siyonîst di mideha 48 saetên buhurî da 5 cinayet li Zîvala Xezzê cih anine ku di encama wan da 89 filistînî şehîd bûne û 205 kesên din jî birîndar bûne.

Bi hesibandina van şehîd û birîndaran, ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê di 7`ê Cotmeha 2023`an da, 40 hezar û 691 filistînî şehîd û 94 hezar û 60 filistîniyên din birîndar bûn.

Her di vê çarçoveyê da çavkaniyên tendirustiyê li Zîvala Xezzê jî ragihandin ku ji sibeha îro ve heta nika meytên 48 şehîdan li navçeyên curbnicur ên vê zîvalê bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Hevgavê viya êrişên Rejîma Siyonîst ser Perrava Rojava Çemê Urdinê derbasî qonaxeka nû bûye û Rejîma Siyonîst dil heye ji ber sersariya cîhanê, cinayetekî wek ya li Zîvala Xezzê li Perrava Rojava jî cih bîne.

Medyayên Rejîma Siyonîst jî ragihandin ku di encama pevçûnên di navbera şervanên filistînî û hêzên dagirkir li navçeya Cebriyatê li bajarê Cinînê da leşkerek siyonîst hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Fermandeyekî Tabûrên Qesam jî pêgîrî kir ku Berxwedan li Perrava Rojava di qonaxa herî baş a hevahengiyê da ye. Wî got, operaiyona şervanan li taxa El Demecê peyem ji bo artêşa rejîma dagirkir e ku êrişa ser Cinînê wê dûhatên giran hebe.