Tebax 28, 2024 18:40 Asia/Tehran
  • Hemas:  Hikûmeta Amerîka şirîkê cinayetên siyonîstan e

Serokekî Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) ragihand hikûmeta Amerîkayê şirîkê cinayetên siyonîstan e.

Ebdulhekîm Henînî, yek ji serokên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê destnîşan kir: Em dijî her cûre pilana ji bo dewsgirkirina warekî ji bo gelê Filistînê ne. Ebdulhekîm Henînî herwiha destnîşan kir: Hikûmeta Amerîkayê şirîkê cinayetên siyonîstan e.Vî serokê Tevgera Hemasê got endamên rastgir ên tundrê yên Rejîma Siyonîst dil hene siyaseta jînûsaydê bidomînin.Hevgavê viya hat ragihandin anegorî raporekî nû ji dema şerrê Ûkraynê ve û êrişa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê, heft kompaniyên mezin ên ewrûpî yên çêkirê çekan herwiha kompaniyên amerîkî yên çêkirina çekan, pirr kar kirine û şerrê Xezzê û kuştina filistîniyan veguheriye çavkaniyek ji bo qazanckirina pere ji bo kompaniyên amerîkî yên çêkirina çekan.