Tebax 27, 2024 18:14 Asia/Tehran
  • Nasiyarbûna bi baregeha îstixbarata Mosadê ku Hizbullahê ew kir armanc

Armanckirina baregeha Gelîlotê wek malpera herî giring a îstixbarat û sîxoriyê ya Rejîma Siyonîst, ji aliyê Hizbullahê ve, peyameke rasterast bo serokê vê serwîsa sîxorî û terorîstî ye.

Baregeha Gilîlot yek ji baregehên leşkerî yên girîng û stratejîk yên Rejîma Dagirker e ku navenda  dezgeha îstixbarata leşkerî ya Rejîma Siyonîst, yanî mezintirîn dezgeha îstixbaratî û sîxuriyê ya vê rejîmê digre ber xwe ku Hizbullahê di çarçova operasyona Roja Erbeînê di bersiva berayî ya himberî terorkirina fermandarêşehîd Fuad Şukur ew kir armanc. 

Baregeha navendî ya Mossad  ketiye li nêzîkî vê baregehê li navçeya Ramat Şaron li nêzîkî bajarê Hertzliya.

Her wiha  navenda kolêjên leşkerî li kampa Diyan, ku kolejên fermandariyê û  erkantiya hevbeş a artêşê û  her wiha fermandariya taktîkî û ewlehiya navxweyî ya Rejîma Siyonîst û navenda mîrata îstixbaratî ya vê rejîmê jî li nêzî heman binkeya Glîlotê de cih digre.

 Ji ber ku  baregehên  meqera navendî ya Emanê û yekîneyên  8200 û 9900  ketine binkeya Gillotê, ev baregeh berpirsê hişyarkirina zû bo saziyên siyasî û leşkerî yên Îsraîlê  ye  beriya her operasyoneke leşkerî ya êrîşkar li dijî vê rejîmê cih were. .

Her wiha ew yek ji navendên  sereke yên artêşa dagirker tê hesabê ku berpirsê cihanîna operasyonên terorê ye. 

Ser vê esasê çavdêr di wê baweriyê de ne ku Hizbullah bi armanckirina vê binkeyê derbeke mezin ûheqaretek mezin li siyonîstan kiriye. 

 Baregeha Gilîlotê ketiye  kûrahiya Filistîna dagirbûyî û her derbeyek li ser wê dê bibe sedema ziyanên madî û mirovî.

 

Serepeyv