10 hezar û 100 filistînî bi destê leşkerên Siyonîst li Perrava Rojava hatine girtin
Çavkaniyên filistînî ragihandin hevgavê jînûsayda Siyonîstan li Zîvala Xezzê, siyonîstan ji Cotmeha buhurî ve bi hezaran filistînî li Perrava Rojava girtine.
Navenda karûbarên dîl û azadeyên Filistînê ragihand: Dagirkiran ji 7`ê Cotmeha buhurî ve zêde ji 10 hezar û 100 filistînî li Perrava Rojava û Qudsê girtine.Ji dema destpêbûna şêrr û jînûsayda Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê ve, artêşa Rejîma Siyonîst operasiyona xwe ya li Perrava Rojava berfireh kiriye. Hevgavê şerrê kawilkir ê siyonîstan li Zîvala Xezzê ku di encamê da heta nika zêde ji 40 hezar kes şehîd bûne, têkoşer û ciwanên filistînî li Perrava Rojava jî di pişkên curbicur ên vê navçeyê da ji wan Nablos, Tûlkerm, Cinîn û Elxelîlê li hember leşkerên Rejîma Siyonîst sekinîne û Perrava rojava bûye şahidê pêleka kêşe û pevçûnan di navbera filistîniyan û leûkerên artêşa Rejîma Îsraîlê da û êrişa ser taxan û girtina filistîniyan bi destê siyonîstan ve. Çavkaniyên nûçeyan ragihandine Rejîma Siyonîst qet ji îhaneta li dîlên Filistînî qusûrê nake.