Hamas: Îsraîl adxwaza lihevkirinê nake
Di rewşekê de ku civîna Dohayê ji bo agirbesa di navbera Îsraîl û Hemasê de bê encam bi dawî hat, yek ji rêberên Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) ragihand ku Rejîma Siyonîst berpirsê bêencambûna hewlên ji bo pêkanîna agirbesê li zîvala Xezeyê ye.
Hisam Bedran got: Divê dagîrker berpirsiyariya tam a işkesta hewldanên ji bo pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezeyê qebûl bikin
Hisam Bedran got: Tişta ku ji bo Hemasê di muzakirên agirbesê de girîng e, cihanîna bernameyên zelal ên peymana berê ye ku hemasê qebûl kiribû.
Endamê Polîtboroya Hamasê got: Waşengton ne navbeynkarek rastbêj e û sitarek e ji bo Netanyahu ku şerê li Xezeyê berdwam bike.
Bedran tekez kir, ku Netanyahu dilê agirbesê nîne û hewl dide rewşa herêmê aloz bike.
Ji aliyê din ve Ayhûd Barak serokwezîrê berê yê dagirkera di berteka civîna Doha ya bê encam de got Nêtanyahû bi şert û mercên nû ku dixe rojevê, dixweze ku agirbesa jibo azadkirina girtiyan pêk neyê.