Tebax 16, 2024 18:42 Asia/Tehran
  • Navbeynkarên agirbesa Xezzeyê daxûyanîyek dan

Misr, Qeter û Amerîkayê wek navbeynkarên pêkanîna agirbesê li Xezzeyê û lihevguhertina êxsîran di navbera Hemas û Rejîma Sîyonîst da, piştî vê dewra muzakireyên agirbesê li Duheyê, daxûyanîyek dan.

Di vê daxûyanîya hevpar da hatîye ku rayedarênm pillebilind ên her sê welatên nabeynkar yê hefteya bê careka din li Qahirê bicivin.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye:Tîmên teknîkê yê hilkolandina hûrgilîyên bicîhanîna rêekvtinameyê ji wan xalên mirovdostane, êxsîr û desteserbûyîyan bidomînin.

Di vî halî da Tevgera Hemasê hevgavê berdewambûna destdirêjîyên rejîma dagirker û dewra muzakireyan li Duheya Qeterê ragihand ku Amerîkayê wek berpirsê tawanên dagirkeran nas dike.

Hemasê herwiha ji civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî xwest ku erka qanûnî û mirovî ya xwe ji bo sekinandina jînosaydê bi cih bînin.