Cinayetên sîyonîstan li Zîvala Xezzeyê hatin domandin; 300 filistînî hatin kuştin û birîndarkirin
Cinayetên sîyonîstan li Zîvala Xezzeyê hatin domandin; 300 filistînî hatin kuştin û birîndarkirin
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku Rejîma Sîyonîst di 48 saetên buhurî da nêzî 142 kes li Xezzeyê şehîd û zêde ji 150 kesî jî birîndar kirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku Rejîma Sîyonîst di 48 saetên buhurî da nêzî 142 kes li Xezzeyê şehîd û zêde ji 150 kesî jî birîndar kirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara şehîdên di encama destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezeyê da ji 7ê Cotmehê va heta nika rabû 39 hezar û 897 kesî û ya birîndaran jî rabû 92 hezar û 152 kesî.
Dagirkerên sîyonîst di 24 saetên buhurî da 3 komkujîyên din li Xezzeyê pêk anîn ku di encamê da 142 filistînî şehîd kirin ku meytê 107 kes ji şehîdan bo nexweşxanan hatine veguhestin û nasnama wan hatîye kivşkirin û lêkolînên ji bo tesbîtkirina nasnama şehîdên din jî didomin. Hejmara birîndaran jî jorayî 150 kesî ye.
Ji hêla din va têkoşerên berxwedêr ên filistînî careka din bajarokên sîyonîstnişîn ên li derdora Xezzeyê dan ber rokêtan. Herwiha dengê zingila xeterê li bajarokê sîyonîstnişîn ê Haşloşayê li derdora Xezzeyê hat bihîstin. Medyayên Rejîma Sîyonîst jî ragihandin ku berxwedêrên filistînî çend mûşek ji Xan yûnisê va ber bi bajarokên sîyonîstnişîn ên li derdora Xezzeyê avêtin.
Ev di halekî da ye ku artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker bilokeke niştecîbûnê li navçeya Ebsana Nû li rojhilata Xan Yûnisê da ber bombeyan û tam kavil kir.
Duh jî Seraya Quds Baska Leşkerî ya Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê ragihand ku Esqelana Dagirbûyî û bajarokên derdorê daye ber mûşekan.
Hevgavê dewra nû ya cinayetên sîyonîstan li Zîvala Xezzeyê, dîmennê keçikeke filistînî hatin weşandin ku rondikan dibarîne û dibje: Gelî Ereban! em ti dema we efû nakin.``
Ev keçika filistînî ku digirî, dibêje: Ka binêrin cihû çi li me dikin, çi tînin serê me û welatên ereb jî tenê temaşe dikin.