Tebax 10, 2024 20:15 Asia/Tehran

Endamekî Polîtbîroya Tevgera Hemasê idiaya Rejîma Sîyonîst a derbara dibistana Tabê`înê ya şarê Xezzeyê da derew zanî û got: Sîyaset û rêbaza hemî têkoşerên fiilstînî ev e ku ji bo sivîl nebin armanc, nekevin nav wan da.

Izzet Reşeq endamê Polîtbîroya Tevgera Hemasê got ku êrişa artêşa rejîma Israyîlê ser nimêjker û sivîlên bêberevan û qirrkirina wan ser nimêja sibê li dibistana Tabi`înê li şarê Xezzeyê, cinaywt, qirrkirin û pevçûna bitaluke ye.

Vê sibê nêzî 200 filistînî li dibistana Tabi`în a Xezzeyê ser nimêja sibê bûn ku bûn armanca êrişa hewayî ya artêşa Rejîma Sîyonîst.

Reşeq dew û doza Rejîma Sîyonîst ku dibêje têkoşerên Bereya Berxwedanê di hundurê dibistana Tabi`înê da bûn, derew zanî û got: Artêşa rejîma Israyîlê dîsan derewan dike û ji bo êrişa ser sivîl, dibistan, nexweşxane û konên awareyan hecetên pêkenî hilêdixe ku gişk vik û vala û derewên aşkira ji bo rewanîşandayîna cinayetên wê ye.

Rêxistina Hevkarîya Islamî jî bi tundî cinayeta hovane ya Rejîma Sîyonîst a êrişa ser dibistana Tabi`înê ya Xezzeyê şermezar kir.

Ebduletîf Reşîd Serokomarê Iraqê jî rewşa navçeyê ji ber hovîtîya li Xezzeyê girantir bûye û cinayeta nû ya Israyîlê ya êrişa ser nimêjkerên filistînî li dibistana Tabi`în a Xezzeyê şermezar kir.

Dewleta Qeterê jî êrişa artêşa Rejîmsa Sîyonîst ser dibistana Tabi`în a şarê Xezzeyê k udi encamê da bi sedan filistînî şehîd û birîndar bûn, bi tundî şermezar kir.

Ayetullah Sîstanî merceyê pillebilind ê şî`eyên Iraqê jî komkujîya li dibistana Tabi`înê ya Xezzeyê şermezar kir. 

Wezareta Karên Derve ya Erebistanê jî ragihand: Em bombebarankirina dibistana Tabi`înê ku ketîye rojhilata Xezzeyê û awareyên filistînî tê da hatibûn sitirandin, bi tundî şermezar dikin.

Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jî pêgirî kir ku êrişa Rejîma Sîyonîst a dagirker ser nimêjkerên filistînî li nimêjgeha dibistana Tabi`înê li navçeya Durec a Xezzeyê, cinayeteke tam e.