Di roja 307-emîn a jînosayda li Xezeyê de, bombekirina malên filistîniyan ji bakur heta başûrê Xezeyê berdewam e
Bi derbasbûna 307 rojan ji şerê Xezeyê, Dagirkerên Siyonîst tim bombebarankirin û wêrankirina malên xelkê li navçeyên curbicur didomînin. cinayetên ku qurbaniyên wê herî zêde jin û zarok pêk tînin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êriş û cinayetên hovane yên siyonîstan li Zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an heta niha gihîştiye 39 hezar û 699 şehîdan û di vê heyamê de nêzîkî 91 hezar û 722 filistînî birîndar bûne.
Rejîma Siyonîst di 24 saetên borî de 4 komkujî li dijî malbatên filistînî li Xezeyê pêk anîn û di encama van êrişan de 22 filistînî şehîd û 77 kes jî birîndar bûn.Ji aliyê din ve, Mehmûd Besel, berdevkê Rêxistina Berevaniyê ya Zîvala Xezeyê, ragihand ku hêzên siyonîst ev 90 roj in rê li ber barê mîwe, pincar û madeyên pêwîst bo Xezeyê û û bakurê Xezeyê digirin.
Hevgav medyaya siyonîstî ji zarê serwîsên ewlehiyê yên vê rejîmê ragihandin ku tê pêşbînîkirin Hizbullah êrişa xwe ya herî mezin ser Îsraîlê pêk bîne û renge ku ev êriş çend rojan berdewam be.