Tebax 07, 2024 11:21 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara şehîdan li rexê Rojava û şer û pevçûnên giran li Nablosê

Vê sibê di navbera berxwedêrên filistînî û hêzên siyonîst de li dema êrişa ser bajarê Nablosê li bakurê rexê Rojava ya dagirbûyî şer û pevçûnên giran qewimîn û hejmara şehîdên filistînî li rexê Rojava di 24 saetên dawî de gihîşt 13 şehîdan. Her wiha hêzên dagirker navenda tevgera Fetih jî teqandin.

Hêzên dagirker ji bilî teqandina baregehên Tevgera Fetih li kampa Belatê li rojhilatê bajarê Nablusê, kampa Dehişe ya li Beyt Lehmê  li başûrê rexê  Rojava û kampa Eqebe Cebr li Erîhayê li rexê  Rojava, bajarokê Kefer Neimê li rojava Ramullahê  û kampa Qelandiya li bakurê Qudsê d jî dan ber êrişan.

Li gor rapora çavkaniyên herêmî 12 wesayitên leşkerî yên siyonîst ji aliyê qereqola El-Tûr ve êrîşî Nablusê kirin.Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa siyonîstan ser Cenînê li bakurê rexê Rojava de 2 Filistînî şehîd bûn.

Heyva Sor a Filistînê jî ragihand: ciwanek bi gulleyên Îsraîlê li bajarokê Beyt Furik li başûrê Nablusê birîndar bû.Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku di encama ketina guleyên artêşa dagirker a li bajarê Tûbasê de 4 welatî şehîd bûne û zêdetirî 8 kes jî birîndar bûne.Ji destpêka cinayetên siyonîstan ji 7ê Cotmehê ve heta niha 619 welatiyên filistînî li rexê  Rojava şehîd bûne û 5400 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv