Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 39 hezar û 623 kesî
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku ji 7ê Cotmehê va heta nika 39 hezar û 623 welatîyên filistînî di encama êriş û cinayetên hovane yên sîyonîstan li Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê herwiha ragihand ku Rejîma Sîyonîst a dagirker di 24 saetên buhurî da 3 komkujîyên din li Zîvala Xezzeyê pêk anîn ku di encama wan da 40 kes şehîd û 71 kes jî birîndar bûn.
Bi vî awayî hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va heta nika rabû 39 hezar û 623 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 91 hezar û 469 kesî.
Rejîma Sîyonîst di çend saetên buhurî da herwiha navçeya Metahin li başûra Dêr Belehê da ber bombeyan ku di encamê da 5 filistînî şehîd û çend kes jî birîndar bûn.
Leşkerên dagirker herwiha gellek navçeyên Xan Yûnisê dan ber topan.
Ji hêla din va hat ragihandin ku 15 rokêt ji Zîvala Xezzeyê va ber bi bajarokên derdora rojhilata Xan Yûnisê va hatin avêtin.
Medyayên sîyonîst jî ragihandin ku çend leşkerên vê rejîmê di encama pevçûnên himberî berxwedêrên filistînî da li başûra Zîvala Xezzeyê birîndar bûn.
Çavkanîyên sîyonîst mukur hatin ku herîkêm 7 leşkerên artêşa vê rejîmê li şarê Refehê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê birîndar bûne ku rewşa 2 kes ji wana gellekî xeddar ûgiran û ya 4 kesan jî giran e.
Tabûrên Şehîd Izeddîn Qessam Baska Leşkerî ya Tevgera Hemasê ragihand: Têkoşerên wê karîn bombeyekê di nav komeke hêzên sîyonîst da ku di nav avahîyeke li rojhilata navçeya Ferahînê li rojhilata Xan Yûnisê bûn, biteqînin.
Tabûrên Qessamê herwiha ragihandin ku 2 bombe di nav hêzên beşa endazyarîyê da li navçeya Zelateyê teqandin û li rojhilata şarê Refehê ku ketîye başûraZîvala Xezzeyê çend leşkerên sîyonîst hatin kuştin û birîndarkirin.
Herwiha têorîsîyenê navdar ê peywendîyên navnetewî piştî terorkirina Serokê Polîtbîroya Tevgera Hemasê bi destê Rejîma Sîyonîst li Têhranê ragihand ku Rejîma Sîyonîst bi awayekî kûr asê û tûş bûye.
Can Merşaymer têorîsîyenê navdar ê peywendîyên navnetewî ku di eynî demê da zanyarê zanistên sîyasî ye derbara rewşa Rejîma Sîyonîst piştî terorkirina Ismayîl Henîye Serokê Polîtbîroya tevgera hemasê da got ku Israyîl nika di serêşî û pirsgirêkeke kûr da asêbûye, bi rastî tûşî pirsgirêkê bûye, ya girîng ew e ku ti rêyeke wê ji bo derkeitna ji vê rewşê jî tineye.