Li Zîvala Xezzeyê 3 cinayetên nû pêk hatin; 39 kes şehîd bûn Hejmara şehîdan ji 39 hezar kesî derbas bû
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku ji 7ê Cotmehê va heta nika 39 hezar û 363 filistînî li Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da di encama 3 cinayetên din da, 39 welatîyên filistînî şehîd û 93 welatî jî birîndar kirine.
Ji 7ê Cotmehê va heta nika hevgavê destpêbûna operasyona Bahoza Eqsayê, 39 hezar û 363 kes li Zîvala Xezeyê şehîd û 90 hezar û 923 kes jî birîndar bûne.
297 roj ji destpêbûna destdirêjîyên bê encam û bê destkevt ên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê derbas dibin û ev rejîma her ku diçe zêdetir nuqumî qeyranên xwe yên navxweyî û derveyî dibe.
Rejîma Sîyonîst ji destpêka êrişên ser Zîvala Xezzeyê va, zêde ji 300 dibistan û navendên perwerdehîyê û zanîngeh tam kavil û wêran kirîye.
Şaredarê Refehê jî ragihand ku teqandina depoyên avê yên vî şarî cinayeteke dijemirovî ye.
Wî herwiha got: Teqandin û wêrankirina depoyên avê yê qeyranê li Refehê girantir bike. Em ji alîyên navnetewî dixwazin ku ji bo sekinandina cinayetên dagirkeran bikevin dewrê.
Ji hêla din va, hêzên dagirker ên sîyonîst piştî vekişîna çendmehî ji şarê Xan yûnisê, vê dawîyê operasyoneke nû li rojhilata vî şarî dest pê kirin ku di encamê da heta nika bi dehan kes şehîd û birîndar bûne. Berxwedana hêzên berxwddêr hibmerî dagirkeran li rojhilata vî şarî didome.
Li gorî nûçeyeke din, di navbera hêzên berxwedêr û sîyonîstên dagirker ên ku ketine devera Xendeq`ê ku ketîye rojhilata Xan Yûnisê, pevçûnên giran derketin.