Wezîrê derve yê Rejîma Siyonîst gefa kuştinê li Erdogan xwar
Wezîrê karên derve yê Rejîma Siyonîst, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bi kuştinê tehdîd kir.
Yesraîl Kats, Wezîrê Derve yê Rejîma Siyonîst di tora civakî ya X-ê de wêneyê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan belav kir ûnivîsî: Wî gef li Îsraîlê xwar, lewma mirin li benda wî ye.
Ev helwesta Kats di berteka li himber gotinên Erdogan e ku gotibû: Tirkiye dikare destwerdanê li karûbarên Îsraîlê jî bike, çawa ku destwerdan li Qerebax û Lîbyayê kir û tu tişt rê li ber vî karî nagire.
Erdogan her wiha got: Ji bo ku Îsraîl nikaribe van tiştan li Filistînê bike divê em pir bi hêz bin.
Gelek karzan Erdogan bi durûtiyê di mijara Filistînê de tohmetbar dikin, ji ber ku Erdogan îdia dike ku piştgiriya gelê Filistînê dike, lê di deh mehên borî de û hevdem ligeljînosayda li Xezeyê, peywendiyên Tirkiyê bi rêjîma Israîlê re bi awayekî bêmînak berfireh bûne.