Tîrmeh 23, 2024 17:24 Asia/Tehran
  • Dewama sersariya welatên rojavayî; Zêdebûna cinayetên siyonîstan li Xezzê

Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand: Hejmara goriyên êrişên artêşa Rejîma Dagirkir ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmehê derbasbûyî ve gihîştiye 39 hezar û 90 şehîdî û 90 hezar û 147 birîndaran.

Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand ku di encama êrişên nû yên Rejîma Siyonîst ser Xan Yûnisê di 24 saetên buhurî da 89 kes şehîd bûne û 263 kes jî birîndar bûne û 68 kes jî bêserûşûn bûne . Gelek kes di bin kelefeyan da mane û tîmên alîkarîgîhandin û rizgarkirinê nikarin wan derxînin.

Artêşa dagirkir a Rejîma Siyonîst di van 24 saetan de 13 malan ser serê niştecihên wan ve kawil kirin û di encama 130 êrişên ku ser Xan Yûnisê pêk hatine de, 190 mal û avahî kawil kirine.

Di eynî demê da şervanên Berxwedana Filistînê hin operasiyonên serkevtî dijî leşkerên Siyonîst cih anîne û derbeyên giran li wan xistine. Tabûrên Qudsê jî ragihand: Me êrişî navendên kombûna dijmê Siyonîst li mêhwera Nêtsarîmê kir.