Tîrmeh 21, 2024 18:11 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana siyonîstan dijî kabîneya Netaniyahû bi daxwaza ji bo hevhatina bi hevreguherîna dîl û girtiyan

Bi hezaran kes li Têlavîv, Beytulmuqedes, Heyfa, Qeysariye û bi dehan cih û bajarên Rejîma Siyonîst dijî kabîneya Bênyamîn Netaniyahu xwenîşandan li dar xistin û daxwaza bi hevreguherîna dîl û girtiyan kirin.

Ev xwenîşandan berî sefera Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst bo Waşîngtonê hatin lidarxistin.

Malbatên girtiyên Siyonîst bi rakirina hin benêran li ber wezareta cengê li Têlavîê xwenîşandan li dar xistin û daxwaz kirin ku hikpmet peymana bihevreguherîna dîl û girtiyan pêk bîne û zarokên wan ji Zîvala Xezzê vegerîne.

Bi hezaran kes jî di xwenîşandana li Qudsa Dagirbûyî ya daxwaza ji bo bi hevreguherîna dîl û girtiyan beşdar bûn û xwenîşandanên din li Nehlal, bajarê Beir Sebei, Roş Pîna, Kermeîl, Nehariya, Keriyat Biyalik, Zexrûn Yeikûf û El Xezîreyê hatin organîzekirin.

Yaîr Lapîd, serokê opozosiyona Rejîma Siyonîst dema beşdariya li xwenîşandana navendî ya li kolana Kaplanê li Têlavîvê, ji Netaniyahu xwest eger axiftina wî li kongirê ragihandina hevhatinê nagire ber xwe, bila sefera xwe ya bo Waşîngtonê îbtal bike.