Tîrmeh 17, 2024 09:03 Asia/Tehran
  • Xerakirina sedî 70ê dibistanên UNRWAyê li Xezeyê

Ajansa Alîkarî û Kar bo Penaberên Filistînî (UNRWA) di raporekê de ragihand ku nêzîkî sedî 70 ji dibistanên ser bi vê saziyê li Xezeyê hatine wêrankirin.

UNRWAyê ragihand ku ji destpêka şerê Xezeyê heta niha nêzîkî sedî 70 dibistanên vê ajansê ketine  ber êrişa  artêşa Siyonîst. Li gora vê raporê,zêdetirî sedî 95ê van dibistanan wek navendên rûniştina penaberên filistînî dihatin bikaranîn.

UNRWAyê tekez kir ku ji destpêka şer ve  539 penaberên filistînî di encama bombebarankirina dibistan û navendên girêdayî wê li zîvala Xezeyê şehîd bûne.

Pêtir Înas Hemdan, rêveberê nivîsgeha ragihandinê ya NRUWAyê  li Xezeyê, got ku ji destpêka şer ve heta niha 190 avahî li  vê zîvalê wêran bûne.

 Îstifan Ducarîk Berdevkê NY ragihand ku li Xezeyê ti der ne ewle ye û ji bo parastina sivîlan divêhewleke zêde were dayîn.

Berdevkê  NY got: Pêwîstiya me bi rawestandina bilez a pevçûnan heye, da ku tundûtûjiya li ser xelkê  Xezeyê bê rawestandin û alîkariyên mirovî bigihêje wan.

 

Serepeyv