Cinayetên siyonîstan di roja 279an a jînosayda filistîniyan berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i349435-cinayetên_siyonîstan_di_roja_279an_a_jînosayda_filistîniyan_berdewam_dike
Di 279-emîn roja şerê Xezeyê, bomberdûmana giran a navçeyên curbecur ên zîvala Xezeyê û koçberkirina dubare ya penaberên ji taxên bajarê Xezeyê, qeyrana komkujiya ji aliyê artêşa dagirker ve girantir kir.
(last modified 2024-07-11T03:27:40+00:00 )
Tîrmeh 11, 2024 06:49 Asia/Tehran
  • Cinayetên siyonîstan di roja 279an a jînosayda filistîniyan berdewam dike

Di 279-emîn roja şerê Xezeyê, bomberdûmana giran a navçeyên curbecur ên zîvala Xezeyê û koçberkirina dubare ya penaberên ji taxên bajarê Xezeyê, qeyrana komkujiya ji aliyê artêşa dagirker ve girantir kir.

Dagirkerên Rejîam Siyonîst  di  279-emîn roja şerê Xezeyê de,  vê sibê herêmên El-Remal , Tel El-Havî, Xan Yûnis û El-Sebreyê yên zîvala Xezeyê  bombebaran kirin.

Balefirên cengê yên vê rejîmê ji  xeynî bombebarankirina  malên  filistîniyan li navenda bajarê Refehê, başûrê Xezeyê, derdora nexweşxaneya El-Şifa, rojavayê bajarê Xezeyê û herêmên rojhilatê Xan Yûnis û kampa El-Nuseyratê  bombebaran kirin.

Her wiha zêde ji 40 filistînî jî di encama bombebarana dibistanekê de li kampa El-Nuseyratê li navenda Xezeyê ku penaberên filistînî têde bi cih bûne zêde ji 40 filistînî şehîd an birîndar bûn.

Rejîma Siyonîst her wiha bi êrişa ser dibistana El-Ewdeyê li bajarê Ebsanê li rojhilata Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê ku penaberên filistînî têde dijîn, zêdetir ji 30 kesşehîd kirin.