Tîrmeh 11, 2024 08:20 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Xezeyê: Xela, gefê dijî canê bi hezaran zarok û nexweşan dixwe

Nivîsgeha ragehandinê ya hikûmetê li zîvala Xezeyê derbarê gefa li dijî canê bi hezaran zarokan û xelkê sivîl di encama berdewamiya siyaseta xelayê li vê zîvalê hişyarî da û Amerîka û Rejîam siyonîst berpirsê vê bûyerê da zanîn.

 Nivîsgeha ragehandinê ya hikûmetê li zîvala Xezeyê di daxûyaniya xwe de ragehand: Cinayeta girtina pêşiya derbaskirina alîkariyan bo zîvala Xezeyê berdewam dike û canê bi hezaran zarok, nexweş û xelkê sivîl di ber metirsiyê de ye.

 bi sedan hezar ton alîkarî di rexê din ên derbasgehên zîvala Xezeyê kom bûne û riya derbaskirinê nayê dayîn. Eva cinayeteke dîrokî ye û welatên ku alîgirê êrişa Îsraîlê ser Xezeyê ne şirîkê vê karesata mirovî ne. 

Vê nivîsgejhê  her wiha tekez kir ku îro civaka navdewletî bi berpirsyariyeke dîrokî ya giring re rûbirû ye û tê çaverêkirin ku dawî li siyaseta birçîbûnê li Xezayê bîne, ji ber ku zêdekirina vê siyasetê dê bandoreke xirab  ser navçeyê hebe bi taybetî ku ev siyaset binpêkirina hemû qanûn û peymanên navneteweyî  ye . Ev kiryara Rejîma Siyonîst çekeke şer e ku cinayeta dijî mirovahiyê jî tê hesabê.

 

Serepeyv