Tîrmeh 11, 2024 07:57 Asia/Tehran
  • Cîhada Îslamî: Jibo rawestandina şerê Xezeyê divê hin garantî bên berçav girtin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê vê sibê derbarê muzakirên agirbesê û veguhertina girtiyên filistînî ûsiyonîst got: Jibo rawestandina êrişên eskerîser Xezeyê divê hin garantî bên berçav girtin.

Muhemed El-Hindî got: Piraniya  bajaroknişînan, alîgirê îmzakirina rêketina agirbesê û veguhertina girtiyên filistînî û siyonîstî ne û tişta  ku qonaxa duyem a vê rêketinê jî dihewîne, niha  di halê muzakirekirinê ye.Wî her wiha got:Me divê di naveroka rêketinê de garantî hebin, ji wan  rawestandina destdirêjiya ser zîvala Xezeyê, ji ber ku ger  Netanyahu di muzakireyan de işkestê bixwe, nikarin mecala berdewamkirina şêr bidin wî. 

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî  her wiha  bal kişand ser wê yekê ku Nêtanyahû hez dike şêr berdewam bike ne ku girtiyan azad bike.

Netanyahu dixwaze serketinê bi dest bixe û naxwaze şer rawestîne û dixwaze  giştan bixapîne, vêca ew ji meselê direve û hewl dide ku hetanî sefera xwe ya kongreya Amerîkayê demê bikire.

 

Serepeyv