Du binkeyên leşkerî û hewayî yên Siyonîstan di bin agirê Hizbullaha Libnanê da
Hizbullaha Libnanê ragihand ku binkeya leşkerî ya El Bexdadî û binkeya hewayî ya Mîron a artêşa Rejîma Siyonîst dane ber bi dehan mûşekan.
Hizbullahê bi weşandina du daxuyaniyên cida ragihand ku du binkeyên leşkerî û hewayî yên Rejîma Siyonîst li bakûrê Filistîna Dagirbûyî kirine hedef. Binkeya leşkerî ya El Bexdadî a artêşa Dagirkir binkeyeka din bû ku nîvroya îro kete ber êrişa rasterast a mûşekên Hizbullahê.
Hizbullahê di daxuyaniya xwe da ragihand ku bona piştgîriya ji xelkê xweragir, egîd û şerîf ê Filistînê li Zîvala Xezzê û bersiva li hember destdirêjkirî û bi taybet terora ku dijminê Siyonîst duh li navçeya El Beqai`ê pêk anî, şervanên Berxwedana Îslamî binkeyên hewayî yên artêşa Rejîma Siyonîst bi awayeka rasterast kirine hedef.