Hezîran 30, 2024 19:13 Asia/Tehran
  • Şêx Neîm Qasim: Piştgiriya ji Xezzê, berevaniya ji dahatiya Libnan û navçê ye

Alîkarê sersekreterê Hizbullaha Libnanê pêgîrî kir piştgiriya ji Xezzê berpirsyariya hemû ereb û misilmanan e û tenê bi berxwedanê meriv dikare netew û berjewendiyên welatan biparêze.

Şêx Neîm Qasim pêgîrî kir: Dema ku me ji bo piştgîriya ji Xezzê dest bi tevgerê kir, em qani bûn qet pêkan nîne ku em rûnin û lê binêrin ka cîhana qaşo azad û pêşketî ku Amerîka û Ewrûpa îdia dikin, li rex Rejîma Dagirkir a Siyonîst, aliyeka yekane ya ji zilim, zorbêjî û cinayetê pêk bînin, lê em piştgiriya birayên xwe yên li Xezzê ku her rojê tên kuştin nekin.

Alîkarê sersekreterê Hizbullahê herwiha got: Ne tenê mêhwera berxwedanê belke hemû ereb û misilman divê hema ji destpêkê va ji bo berevaniya ji Xezzê karek bikirina  û her kesê ku rih û wîjdana mirovî heye, divê li rex Xezzê be. Şêx Neîm Qasim got: Piştgîriya me ji Xezzê di rastiyê da berevaniya ji Libnanê bixwe tê hesêb û ev şerrê me yê ji bo piştgîrîkirinê, pişkek ji dahatiya Libnanê û gişt navçê ye ku jê nayê cidakirin.