Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst ji ber revîna sîyonîstan dilnigeran e
Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst ji ber revîna sîyonîstan ji Filistîna Dagirbûyî dilnigeranbûna xwe dîyar kir û j iwan xwest ku ji ber rewşa nika ya vê rejîmê ji Erdên Dagirbûyî nerevin.
Neftalî Bênêt Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst dîya kir ku em nika di rewşa herî dijwar da ne û di şêrr da ber bi têkçûnê va diçion û pêrgî boykot û tecrîda navnetewî bûne, got: Vê gavê 120 israyîlî hela jî rehîn in, bi hezaran malbat tazîdar in û El Celîl hatîye terikandin û bi hezaran kes aware bûne, lê heta di vê rewşê da jî wezîrên israyîlî tenê di fikra xwe da ne û kontrola aborê ji desta derketîye û bûce kêm hatîye.
Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst pêgirî kir ku em nika ketine bîrê da û tenha tişta ku min dilnigeran dike, axavtin û gotegotên bajaroknişînan derbara terikandina Erdên Dagirbûyî da ye,
Wî di dawîya axavtina xwe da ji sîyonîstan xwest ku terka Filistîna Dagirbûyî nedin û l iwir bimînin.
Nêzî 9 meh ji destdirêjîyên bê encam û destkev ên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê va derbas dibin û ev rejîma her ku diçe zêdetir nuqumî qeyranên navxweyî û derveyî dibe.