Hezîran 27, 2024 17:12 Asia/Tehran
  • Zarok li Zîvala Xezzeyê di rewşeke bikaresat da ne

Sindoqa Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku zarok li Xezzeyê pêrgî birsîbûna bikaresat bûne û pêwsîtî bi agirbesa lezgîn heye.

UNICEF`ê ragihand ku rewşa zarokan ji ber kêmbûna av, xwarek û alavên pizişkî bgirantir bûye.

Cîgirê Rêvebirê Kargêr ê UNICEFê jî di raporeke bo Konseya Emnî ya NY da ragihandîye ku meytê bi hezaran zarokên bê ser u şûn li Xezzeyê di bin kavilan da maye. Bandora ku şerê Xezzeyê li zarokan kirîye ray dide ev şera di rastîyê da şerê dijî zarokan e.

Şayanî gotinê ye ku ji destpêka şerê dijî Xezzeyê va heta nika zêde ji 15 hezar zarokên filistînî şehîd bûne. Herwiha li gorî raporan ji wê demê va heta nika 21 hezar zarokên filistînî li vê herêmê bê ser u şûn bûne.

Berî vîya Antonîyo Gotereş Sersekreterê NY di rapora xwe ya salê da ya ser navê ``zarok di pevçûnan da`` navê Israyîlê bi awayekî fermî xist lîsteya reş a binpêkerên mafên zarokan li cîhanê.